Hevserokê Navenda Demokratîk a Kurd – Fransayê Abdullah Olmez da zanîn ku eleqeya ji bo sindoqê ya li Fransayê li gorî tûra yekemîn zêdetire. Abdullah Olmez diyar kir ji bo rê nedin dîktator û hilweşandina pergala faşîzmê, herin ser sindoqê û got: “Gelê kurd dê qedera hilbijartinê diyar bike”
Dengdayîna ji bo hilbijartina serokkomariyê ya li derveyî welat dewam e.
Li Fransa, Swîsre, Almanya û Polonyayê jimara hilbijêran di tûra duyemîn de li gorî tûra yekemîn zêdetir e.
Hevserokê Navenda Demokratîk a Kurd – Fransa (CDK-F) Abdullah Olmez têkildarî mijarê axivî.
Abdullah Olmez, da zanîn ku xebatên wan heta astekê pêş ketine û wiha got:
“Bêzariya hefteya ewilî êdî nema.
Duh di asteke dîrokî de deng hatin dayîn û li seranserî Fransayê 69 hezar deng hatin dayîn.
Li Parîsê jî 23 hezar deng hatin dayîn. Gelê kurd dê qedera hilbijartinê diyar bike. ”
Olmez diyar kir ji bo ku kurd neçin ser sindoqan, hêz û hevkarên tirk her tiştî dikin û wiha domand:
Bi taybet jî Erdogan ji bo vê pir hewl dide.
Divê kurd û elewî guh nedin û biçin ser sindoqan.
Wisa hêsan nîne ku kurdan li derveyî mînderê bihêlin. Mimkin nîne ku îradeya kurdan bişikînin.”
Abdullah Olmez: Ji bo hilweşandina faşîzmê herin ser sindoqan
Abdullah Olmez anî ziman ku gelê kurd dê li her derê biçe ser sindoqan û wiha derbirî:
“Mîna tûra ewil dê kurd di vê tûrê de jî ji bo rê li ber dîktator bigirin û pergala faşîst hilweşînin biçin ser sindoqan.”
“Em ê yan demokrasiyê yan jî şerîatê hilbijêrin”
Derbarê hilbijartina tura 2. Berpirsyarê Parîsê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Mûsa Aytaç jî nirxandin kir.
Mûsa Aytaç bi lêv kir ku li gorî 14’ê Gulanê tevlibûneke pir xurt heye û got:
“Sedema vê jî ew e ku gel hêj nû bi girîngiya hilbijartinê hesiya.
Em ê yan demokrasiyê yan jî şerîatê hilbijêrin.
Divê her kesê ji welatê xwe hez dike yekser biçe ser sindoqan.”