Sûc û kiryarên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî

Li Efrînê Mêtingeha bi navê Um Toba Elfilistîniya li Şêrawayê hate vekirin. Li aliyekî jî 1400 darên hinaran hatin birîn.

Kiryarên ku bi armanca guhertina demografiya herêma Efrîn têne kirin didomin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku dewleta Tirk bi desteka hin Rêxistinên Ixwanî Filistînî mêtingeheke nû li gundê Şadîrah a Şêrawayê vekir.

Torê diyar kir ku navê mêtingehê jî kirine Um Toba Elfilistîniya.

Beriya vê jî mêtingehek li heman gundî hatibû avakirin, ev her du mêtingeh li ser erdekî 1000 metre kab hatine avakirin û milkê welatiyê bi navê Ziyad Hebîb e.

Torê da zanîn ku nêzî 281 malbatên çeteyan li her du mêtingehan hatine bicihkirin.

Efrîn NEWS 24 jî bi dîmenekî qutkirina darên Efrîniyan belge kir.

Di dîmen de xuya dibe ku çete bi rêbazên cuda daran dibirin.

Her wiha Efrîn NEWS ragihand ku çeteyên Elhemzat jî 1400 darên hinaran li gundê Eyn Dara birîn.

Çeteyan ji navçeya Mabata kalemêrek revandin

Back to top button