ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: RÛSYA GUNDEWARÊ LAZQIYÊ BOMBEBARAN KIR

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balfirên şer ên Rûsyayê îro ”herêma bêçek” bombebaran kir.

 

Çavdêriyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê herêma Kebaniyê li gundewarê Lazqiyê bombebaran kir.

Çavdêriyê destnîşan kir ku ”Ev bombebarana Rûsyayê agirbesta ku ev 11 roj in li dar binpê dike”.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji aliyê xwe ve der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Rûsya diyar kir ku” ji dema agirbesta 31 Tebaxê hatiye ragihandin ve wan ti êrîş li dijî ”Herêmên Bêçek” pêk neanîne.”

Rûsya di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku wan ti êrîş pêk neanîye.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button