Ciwanê Minbice bi meşeke erîşa li ser Mexmurê şermezar kirin

Li MinbiceTevgera Ciwanên Şoreşger ê Surîyê û Yekîtîya Jînên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana Gelê Mexmurê meşek lidarxistin.

Meşa Ciwanên Şoreşger ji çerxereya sebih el behrat a bajêr despêkir û li ber navenda Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektîya Jinên Ciwan û pankartên ” Cenga Azadîyê Serbixe ”hatîbu nivîsandin hate hildan.

Ciwanan sloganên ” Bijî Berxwedana Gerilla ” ”Bê Serok Jîyan Nabê ” ” Bijî Berxwedana Gelê Mexmurê” bang kirin.

Dema ku meş gihêşte ber navenda Ciwanên Şoreşger li ser navê Ciwana Ehmed Ecmilî axivî û got:

“Ev êrîşên ku li Mexmurê tê kirin. Bidestê PDK, Dewleta Tîrk ya Dagirker û Hukûmeta Iraqê tê kirin.

Îro em dibînin Dewleta Tirk ya dagirker, PDK û Hukumeta Iraqê li dijî fikrê Azad şer dikin. Em wekî Ciwanê Şoreşger û Jinên Ciwan Dibêjin em li gel şêniyên mexmûrê ne”

Meş bi berzkirina durşman bidawî bû.

Tevgera Komûnîst a Şoreşger: Mexmûr ne bi tenê ye

Back to top button