RAPORTORÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WÊ SERDANA AMEDÊ BIKE

Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê diyar kir ku wan rapora erkdarkirina qeyûman amade kirin û di qada navneteweyî de ketin nava tevgerê. Komîsyonê destnîşan kir ku wê bi heman armancê Raportorê NY’ê serdana Amedê bike.

Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê têkildarî erkdarkirina qeyûman raporek amade kir û wekî dosyayê pêşkêşî hemû sazî û rêxistinên welatên derve kir.

Komisyon bi Kongreya Rêveberiya Herêmî ya Konseya Ewropa re ket nava têkiliyê û têkiliya 3 hevşaredaran bi 30 sefaretxane, çapemeniya navneteweyî re ava kir.

Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) wê di cotmehê de serdana Amedê bike û bi hevşaredar û rayedarên HDP’ê re bicive.

Komisyon, wê bi rêya saziyên civakî û demokratîk ên ewropa li Konseya Ewropa jî mijara qeyûman bike rojev.

Her weha derbarê hevşaredarên HDP’î yên ji peywirê hatin girtin de agahî bi şaredarên welatên cuda re parve kirin.

Raportorê NY piştî Amedê wê li Wan û Mêrdînê jî hevşaredar û HDP’ê ziyaret bike.

Leave a Reply

Back to top button