Hikumeta Şamê behsa pêkanîna biryara 2254’an dike

Hikumeta Şamê ragihand, ew amade ye biryara NY ya 2254’an li gorî berjewendiyên xwe, pêk bîne. Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê dibêje, ew amade ne destekê bidin komîteya destûrî û xebatên wê. Ev helwesta hikumeta Şamê piştî vegera wê li Komkara Erebî û beşdariya Beşar Esed li Lûtkeya Erebî, derketiye holê.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad ragihand, hikumeta wî amade ye biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an pêk bîne.

Feysel Mîqdad duh di hevpeyvînekê di gel tora Russia Today de diyar kir, hikumeta wî hewil dide çareyeke siyasî peyda bike da ku teror û cezayên li ser Sûriyê bi dawî bibin.

Mîqdad daxuyakirin ku hikumeta Şamê amade ye destekê bide komîteya destûrî û ew amade ne di rewşeke aram de bi komîteyê re bixebitin.

Li ser vegerandina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û Erebistana Siûdî de, Mîqdad bang kir ku têkilî bi hemû dewletên Ereban re werin xurtkirin.

Têkildarî hewldanên Rûsya yên asakirina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, Mîqdad weha got: Şertê hevdîtina serokê hikumeta Şamê û hempîşeyê wî yê Tirk ew e ku hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkevin.

Ji dema derketina biryara 2254’an ji aliyê NY ve, ev cara yekemîn e rayedarekî payebilind ê hikumeta Şamê li ser pêkanîna wê diaxive.

Biryara 2254’an jî 18’ê Kanûna 2015’an hat dayîn û li gorî wê gelê Sûriyê pêşeroja xwe diyar dike.

Biryar, banga avakirina hikumeteke demkî, lidarxistina hilbijartinan bi çavdêriya navneteweyî û sekinandina êrîşên li dijî welatiyan dike.

Pêkanîna vê biryarê tê wateya bidawîkirina hikumê Esed, ji ber vê yekê hikumeta Şamê ti carî behsa biryarê nedikir.

Efûya Navdewletî vexwendina Esed bo Lûtkeya Avhewayê şermezar kir

Ji aliyekî din ve Rêxistina Efûyê ya navdewletî, vexwendina Esed bo Lûtkeya Avhewayê ji aliyê Îmarata Erebî ve, şermezar kir.

Rêxistinê diyar kir ku vexwendina Esed parçeyek ji pêvajoyeke kirêt a normalîzekirinê ye û got: “Armanca vê normalîzekirinê ew e ku lîderên li herêmê ji cezakirinê bifilitin.

Encamnameya Lûtkeya Ereban eşkere bû

Back to top button