ŞÊWIRMENDÊ EWLEKARIYA NETEWÎ JOHN BOLTON ÎSTIFA KIR

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî John Bolton ji peywira wî dûr xist.

 

Trûmp bi peyameke li ser Tewîtterê parve kir û got:

Duh şev êdî pêwîstî bi xizmetkirina John Bolton a Koşka Spî nemaye.

Weke kesên din ên di rêveberiyê de, tevlî gelek pêşniyarên wî nedibûn ji ber vê yekê min daxwaza îstifakirina wî kir, wî jî vê sibehê îstifaya xwe pêşkêşî min kir.

Trump destnîşan kir ku ji bo şêwirmendê nû ewlekariya netewî wê di hefteya pêşiya me de were eşkerekirin.

Bolton roja ku hatiye kar heta niha di mijara Venezuela û Îranê de rêbaza mudaxaleya leşkerî derdixist pêş.

Taybet di vê mijarê de wî û Trump li hev nedikirin.

Bolton şêwirmendê ewlekariya netewî yê çarê bû ku bi Trump re dixebitî.

 

Leave a Reply

Back to top button