Li Ewropayê çûyîna ser sindoqên hilbijartinên serokkomariyê yê Tirkiyê zêde bû

Li derveyî welat, dengdana ji bo tura 2. a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê di roja 3’emîn dedidome. Nûnera Partiya Çepên Kesk a Zurîhê Sûltan Tugrul da zanîn tevlibûneke pir xurt a hilbijêran heye û got: “Hîna hertiş xelas nebûye û bila kesek nebêje bi dengê min tiştek naguhere”

Di 20’ê Gulanê de li derveyî welat ji bo tura 2. a hilbijartinên serokkomariyê dengdan dest pê kirin.

Dengdana di roja 3’emîn de li gorî hilbijartina 14’ê Gulanê bi tevlîbûnek zêdetir didome.

Li welatên Ewropayê bi hezaran welatiyên ji bo dengdayînê hatin pêşiya nûnertiyan, ketin dorê.

Hemwelatiyên li Ingilistan û Swîsreyê çûn ser sindoqê gotin

“Dengek diguherîne” û banga çûyîna ser sindoqan kirin.

“Hîna hertiş xelas nebûye, bila her kes biçe ser sindoqê”

Nûnera Partiya Çepên Kesk a Zurîhê Sûltan Tugrul da zanîn ku li Zurîhê tevlibûneke pir xurt heye û wiha got:

Di roja ewil de tenê li Zurîhê hejmara hilbijêran 10 hezar û 400 bû.

Di roja duyemîn de jî zêdetirî 8 hezar kesan dengê xwe dan.

Sûltan Tugrul bi bîr xist hîna hertiş xelas nebûye û ev bang kir:

Banga min ji bo hemû welatiyan ew e ku bila kesek nebêje bi dengê min tiştek naguhere.

Bila her kes biçe ser sindoqê, dengê xwe bide û em bi hev re guherînê biafirînin.

“Pêdiviya Tirkiyê bi demokrasî û pirrengiyê heye”

Welatiya bi navê Şehnaz Kaya ku ji ber sedemên polîtîk îltîca kiriye jî got: “Ev hilbijartin dîrokî ne. Civakên me ji ber polîtîkayên AKP’ê êdî nikarin bêhnê bistînin.

Pêdiviya Tirkiyê bi demokrasî û pirrengiyê heye.”

Umut Kurç jî li paytexta Ingilistanê Londrayê muşahidê sindoqê ye

Kurç got ku îro zêdetirî 6 hezar kesan dengê xwe dane û ev tişt anî ziman:

Kesên di tûra yekemîn de dengê xwe nedayîn jî niha dengê xwe didin. Hêviya me zêde ye.”

Li Berlînê dengdana ji bo tûra duyemîn dewam dike

Li Konsolosxaneya Tirkiyê ya li Berlînê jî ji danê sibehê ve dengdan dewam dike.

Li ber konsolosxaneyê 16 sindoqên dengdanê hatine danîn û dem bi dem rêz çêdibin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk ya li wir bang li hilbijêran kir ku ji bo şandina desthilatdariya AKP-MHP’ê werin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Hêjayî gotinê ye kar û barên dengdayînê yên derveyî welêt, wê 24’ê Gulanê bi dawî bibin.

Alimên Olî banga çûna ser sindoqê kirin

Back to top button