Partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî hewldana dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kirin û banga li Iraqê kir ku demildest ji wir vekişin.
Sê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî derbarê rewşa Wargeha Mexmûrê de daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku mafên penabertiyê yên xelkê wargehê biparêzin û rêz li yasa û pîvanên taybet bi penaberan bigrin.