YE: TIRKIYE TI MERCÊN BEŞDARIYÊ PÊK NE ANÎNE

Komîsyona Yekitiya Ewropayê ragihand ku Tirkiye ti merc ji bo beşdarbûna wê di Yekîtiya Ewropayê de pêk neanîne.

 

YE: Ji bo Yekitiya Ewropayê ti pêşketin bi Tirkiyê re tinene

Li gorî Ajansa Reutresê Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula Von Derlin îro Sêşemê got:

“Tirkiye di mercên bingehîn de yên ku karibe wê beşdarî Yekitiya Ewropayê bike ti pêşket pêk ne aniye.”

Ursula Von Derlain tekez kir ku divê Tirkiye nîşan bide ku ew dixwaze nêzikî nirxên Ewropî, rêgezên Ewropî, rêziknameya qanûn, azadî û nirxên bingehîn bibe.”

Danûstendinên der barê beşdarkirina Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê di 2005’an de dest pê kirin.

lê ji ber têkiliyên aloz ên di navbera Bruksel û Enqerê de ya piştî hewldana darbeya li Tirkiyê ya 2016’an de û piştre jî girtina rojnamevan û siyasetvanên dijber hatin rawestandin.

Yekitiya Ewropayê gelek caran ji ber siyasetên hikumeta AKP’ê fikarên xwe ragihand.

Parlamentoya Ewropayê pêşniyar kir ku “Danûstandinên heyî yên ji bo endamtiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropî bi fermî were sekinandin.”

 

Leave a Reply

Back to top button