Ciwanên Şengalê bi meşekê girseyî berxwedana Mexmûrê silav kirin

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û êrişên li ser Şengal û Mexmûrê, xelkê Êzidî jî li qadan bûn. Girseya ku Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê meşiyan ragihandin; Eger zextên ser Mexmûrê dewam bikin, ew ê berê xwe bidin wargehê

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û êrişên li ser Şengal û Mexmûrê, xelkê Êzidî jî li qadan bûn.

Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li nehiyeya Sinûnê meşek girseyî hate lidarxistin

Meş bi tevlîbûna bi sedan xelkê Şengalê, li ber avahiya Meclisa Gel a Sinûnê destpê kir û heta çerxêreya Mam Zekî dewam kir.

Piştre daxuyaniyek ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dijminên dagirker li kuderê fikrê Rêber Apo pêş bikeve wir dike

“Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawî di nava têkoşînê de bin”

Ciwanan teqez kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo wê heta dawî di nava têkoşînê de bin.

Piştre di daxuyaniyê de êriş li ser Şengalê û Mexmûrê yê ji aliyê dagirkeran ve têne kirin hate bi bîr xistin.

“Eger zextên ser Mexmûrê dewam bikin, em ê berê xwe bidin wargehê”

Hate gotin eger zextên ser Mexmûrê dewam bikin, ew ê berê xwe bidin wargehê.

Daxuyanî bi bilindkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

3 Partiyên siyasî yên Başûr bertek nîşanî kirinên Irqê dan

Back to top button