HETA DAWIYA MEHA TEBAXÊ 1017 KES LI EFRÎNÊ HATINE KUŞTIN

Navenda binpêkirina li Bakurê Sûrî ji Ronahî TV re ragihand ku, heta dawiya meha Tebaxê, bêhtirî hezar kesî li Efrînê hatine kuştin û zêdetirî 5 hezaran jî hatine revandin..
Endamê wê Mustefa Ebdê diyar dike ku, bîlanço ji wiha bêhitr e û hîna jî, berdewam e.

 

18ê Adara 2018’an Dewleta Tirk tevî keriyê çeteyên xwe Efrîn dagir kir..

Ji wê çaxê ve, revandin, kuştin, dizîn û hwd di jiyana Efrîniyên ku li ser axa xwe man de, bûye rotînek..

Lê belê Dewleta ku dizane binê wê şil e, derbasbûna saziyên ragihandin û mafnasiyê qedexe kir..

Piştî bêhtirî sal û nîvekê, bi hezaran binpêkirin hatine belgekirin.

Ji navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî Mustefa Ebdê diyar kir ku, bi qasî wan belge kiriye, heta dawiya meha Tebaxê, bêhtirî hezar kes bi destê çeteyan hatine kuştin.

 

BÊHTIRÎ 5 HEZAR KES JI EFRÎNÊ HATINE REVANDIN

Ebdê di bernameya Bûyer a Ronahî TV de bersiv da pirsên hevalê me Hoşeng Hesen û ragihand ku, bêhirtî 5 hezar kes hatine girtin û agahî ji gelek kesan hatine qutkirin..

50 DIBISTANÊN EFRÎNÊ BÛNE BAREGEHEÊN LEŞKERÎ

Tê zanîn, di dema êrîşa li ser Efrînê û heta niha, deverên dîrokî û perwerdeyê ji hovîtiya hêzên dagirker nefiltîne.

Ji vê wêdetir, bi dehan dibistan jî veguherîn navendên leşkerî yên Tirkiyê.

Nevenda Belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûrî, eşkere dike ku, li şûna alavên perwerdeyê û zarokan, çek û leşkerên dewleta Tirk li bêhtirî 50 dibistanên Efrînê hatine bicihkirin.

LI SER SÎNORÊ TIRKÎ- SÛRÎ BÊHTIRÎ 300 KES BI DESTÊ CENDERMEYAN HATINE KUŞTIN

Li kêleka van kirinan, gelek dîmenên cendermeyên Tirk ên li ser sînor belav bûn ku çawa bi êşkence û guleyan welatiyên Sûrî dikujin.

Têkildarî vê jî, Rojnamevan Mustefa Ebdê, da zanîn ku, bêhirtî 300 sivîl bi destê van cendermeyan hatine kuştin.

 

Em ji bîr nekin, ku bi sedhezaran şêniyên Efrînê ji ber vê hovîtiyê, ketin riya koçberiyê.

Halê hazir jî, li 5 Kampên Şehbayê û navçeyên wê hatine bicihkirin.

Li şûna wan jî, malbatên çeteyan li ser mal û milkên wan rûdinên..

Gava ku niyeta Tirkiyê radixe ber çavan jî, lêkirina dîwarê parçekirina Sûrî navbera Efrîn û Şehbayê ye.

Bi danîna bingehên parçekirinê re, malên xelkê bi erdê re dikin yek û ta niha 3600 M dîwar li ser sînga welatê Sûrî kişandiye.

Leave a Reply

Back to top button