Cangoriyên azadiyê yên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê li Hecînê hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê ji bo cangoriyên azadiyê yên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê merasîma bîranînê li dar xist.
Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, şervan û fermandarên meclisên leşkerî di merasîmê de amade bûn.
Di merasîma bîranînê de, kesên axivîn şehîd bi bîr anîn û gotin:
Şehîdan di rêya azadî û jiyaneke bi rûmet de canê xwe feda kir.
Ji bo rizgarkirina vê xatê ji terorê, ji bo em bi azadî û bi aramî bijîn berdêlên giran dane.
Şehîd pêşengên me yên manewî ne.
Dawiyê soz şopandina xeta şehîdan hat dayîn û ev tişt hat gotin:
Destkeftiyên li ser vê xakê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.
Ji bo wê Şehîdên me pîroz in û wê her tim di bîra me de bin.