Şerê Sûdanê-Tevî agirbestê şer berdewam e

Tevî agirbesta hatî ragihandin, şer li Sûdanê ranewestiyaye. Amerîka dibêje, agirbesta nû dê bi mekanîzmeya ‘Çavdêriya Ji Dûr ve’ were şopandin û dê binpêker werin cezakirin. Yekîtiya Afrîkayê jî bang li aliyên şer dike, pabendî agirbestê bibin.

Agirbesta di navbera aliyên şerê Sûdanê ya bi navbeynkariya Amerîka û Erebistana Siûdî, şeva borî ket meriyetê.

Lê tevî wê jî dengên teqîn û êrîşên esmanî li Xertûma paytext tên bihîstin.

Li gorî çavkaniyan, li başûr û bakur-rojhilatî paytextê, şer û êrîşne esmanî pêk hatin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xurtûmê diyar kir, Hêzên Piştevaniya Lezgîn heta niha jî li gelek nexweşxaneyên paytextê bi cih dibin.

NY li ser zimanê şanderê xwe bo Sûdanê Volker Perthes bang li her du aliyên şer kir ku pabendî agirbestê bibin.

Di heman çarçoveyê de, Komîseriya NY ya karûbarên penaberan da xuyakirin, jimara kesên ji ber şer reviyane Tchadê di navbera 60-90 hezar kesî de ye.

Blinken: Em ê cezayan li binpêkerên agirbestê bibirin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, ji bo agirbesta nû, dê mekanîzmeya ‘Çavdêriya Ji Dûr Ve’ were bikaranîn.

Blinken teqez kir, Amerîka bi xwe destekê dide vê mekanîzmeyê û got: “Ger agirbest were binpêkirin, wê binpêker bi cezakirin û rêyên di destê me de, dê hesab bidin.

Şeva borî di civîna Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî de, rapora sekreterê giştî yê NY derbarê Sûdanê de, hat pêşandan.

Şandera Amerîka li Konseya Ewlekariyê diyar kir, Waşington pabendî vedîtina çareseriyeke mayînde ji bo aloziya li Sûdanê ye.

Ji aliyê xwe ve komîserê Yekîtiya Afrîka yê karûbarên siyasî, banga pabendiya agirbestê kir û da zanîn ku Yekîtiya Afrîkayê bi civaka navdewletî re, ji bo gihîştina çareseriyê û gîhandina alîkariyên mirovî, hevkariyê dike.

Agirbesta nû bo 7 rojan hatiye îmzekirin û pê re li ser avakirina komîteyeke şopandinê hat lihevkirin.

Ev komîte ji 12 kesan pêk tê, 3 ji Artêşa Sûdanî, 3 ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn, 3 ji Amerîka û 3 ji Erebistana Siûdî.

Ji destpêka şerê li Sûdanê di 15’ê Nîsana borî de, ev agirbesta 7. e.

Li gorî Tenduristiya Cîhanî, di şer de heta niha bêhtirî 860 kes hatine kuştin û nêzî 5 hezar û 287 kes jî birîndar bûne û guman heye ku jimara rasteqîn ji wusa bilintir be.

Şerê Sûdanê-Agirbesteke nû bi navbeynkariya DYA û Siûdiye

Back to top button