Efrîn..Welatiyek Kurd rastî êşkenceyê hat

Li Efrînê welatiyek Kurd bi navê Elî Hisên rastî êşkenceyê hat.
Girekî dîrokî li Efrîn tê kolandin û şûnewarên wî têne dizîn, her wiha li Racoyê çeteyan dest danî ser erdê welatiyê bi navê Mihemed Tehsîn.

Rojana li Efrîna Dagirkirî binpêkirin pêk tên.

Dewleta Tirk û komên çete li dijî xweza, şûnwarên dîrokî û welatiyan hovîtiya xwe nedaya seknandin.

Elî Hisên rastî êşkenceyê hat

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan êrişî welatiyekî Kurd kirin û êşkence lê kirin.

Navê welatî jî Elî Hisên ji navçeya Mebata ye.

Çeteyan bi daran êşkence li Hisên kir û gule berdan lingê wî.

Heya vê kêliyê jî nehate zanîn ka çima çeteyan êşkence li Elî Hisên kirin.

Girê Til Qestal Miqdad yê dîrokî tê kolandin

Li aliyekî din jî çete ji bo wêrankirin û talankirina her tişta girêdayî dîroka Efrînê kolandina girên dîrokî didomînin.

Çeteyên dewleta Tirk girê dîrokî Til Qestal Miqdad yê li navçeya Bilbilê kolandin e.

Tora Çalakvanên Efrîn da zanîn ku gelek aliyên gir hatine kolandin û tu agahî derbarê şûnewarên ku jê hatine derxistin de, nehatine bidestxistin.

Desteserkirina milkên welatiyan li Efrînê

Li gorî Efrîn POST jî hin malbatên ji Xotaya Şamê kon li ser erdî welatiyekî vedan û dest danîn ser erd.

Ev erd jî milkê welatiyê bi navê Mihemed Tehsîn yê ji Gurzêla ye û li taxa Sînaa ya Eşrefiya Efrînê dikeve.

Tehsîn tevî ku giliyê wan jî kir, lê tu sûd negirt.

Musimê Tirî û pelên wê tê talankirin

Efrîn NEWS 24 jî diyar kir ku malbatên çeteyan li Racoyê dikevin nava zeviyên tirî yên welatiyên Kurd û bi awayekî bê serûber qut dikin.

Efrîn NEWS da xuyakirin piştî ku wan qut dikin li sûka nû ya li Efrînê difroşin.

Tê zanîn ku piranî malbatên Kurd ên li Efrînê mane jî debara jiyana xwe li ser musimên zeytûn, tirî û pelên wê dikin.

Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê nesekinye

Back to top button