DADGEHA ALMAN JI BO WERNEGIRTINA ÇETEYEKÎ XWE, BIHANEYAN NÎŞAN DIDE

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê gelek ji wan niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne. Gelek caran rêveberiyê bang li welatên Ewropa kir ku çeteyên xwe werbigirin, lê gelek dewlet bi awayekî xemsar nêzî vê mijarê bûn û bi taybet hikumeta Elmanya. Hikumeta nav borî vegerandina çeteyekî xwe ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Berlînê ve nirxandin, lê dadgehê nebûna wekaleta çete û adresa wî weke hincet nîşan da.

 

Li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî girtîne.

Rêveberiyê gelek caran banga li welatên biyanî kir ku çeteyên xwe werbigirin.

Lê heta niha çareyek ji bo wergirtina van çeteyan nehatiye peyda kirin û bi taybet hikumeta Almaniyayê.

Ev hikumet li pêşberî welatiyên xwe yên tevlî DAÎŞ’ê bûn û sûcên li dijî mirovahiyê kirin bi xemsarî tevdigere.

Ji ber vê yekê xizmên çeteyan serî li dadgehên li Elmanyayê dan û xwestin zarokên wan bên vegerandin.

Dadgeha Îdareyê ya Berlînê der barê serlêdana bavê çeteyekî de biryara xwe ragihand.

Çeteyê em behsa wî dikin sala 1992’an ji dayik bûye, sala 2014’an ji Berlînê çû Sûriyê û bi riya dewleta tirk tevlî DAÎŞ’ê bû piştra ji aliyê QSD’ê ve bi saxî hatiye girtin.

Ji bo anîna vî çeteyî li Elmaniyayê dadgehê birayar da ku hikumeta Alman nikare vî çeteyê bîne Almaniyayê.

Ji bo hinceta vê biryarê jî ragihand, di pêvajoya darizandinê de çete bi xwe wekalet nedaye û adresa xwe nehatiye peydakirin.

Li gorî vê biryarê, tê gotin eger çeteyên li girtîgehên Rêveberiya Xweser wekaletê destnîşan bike û adresa xwe diyar bikin wê biryarek berevajî vê biryarê were wergirtin.

Li girtîgehên Rêveberiya Xweser zêdeyî 200 welatiyên Elman ên DAÎŞ’î girtîne, ji wan 90 çeteyên ku sûcên şer kirine.

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê heta niha Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên çeteyên DAÎŞ’ê ji rêveberiya xweser wergirtine.

Her wiha hikumeta Elman piştî rewşa hevsera çeteyekî DAIŞ’ê û sê zarokên wî nirxand, dadgeha Elman biryara wergirtin vê malbatê da.

Leave a Reply

Back to top button