Şêniyên herêmê piştgiriya berxwdana Mexmûrê kirin

Şêniyên Eyn Îsa, Tebqa û Kobanê bi çalakiyan piştgiriya xwe bo penaberên Mexmûrê nîşan dan. Her wiha bang li NY’ê hate kirin ku erka xwe ya mirovî li hember şêniyên Mexmûrê bînin cih.

Ji 20 mehê ve, artêşa Iraqê hewl dide wergeha Mexmûrê bi têlan dorpêç bike..

Xelkên Rojavayê Kurdistanê jî, li dijî van kiryaran bertek nîşand dan û piştgiya penaberên Wargeha Rustem Cûdî kirin.

Di vê çarçoveyên de, Şêniyên kantona Kobanê bi meşekê dorpêça hikumeta Iraqê ya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir.

Di çalakiyê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî û bal kişand ser planên li ser gelên herêmê û ev tişt anî ziman:

Şerê li Mexmûrê şerê di navbera heq û neheqiyê de ye, dawiyê dê gelê Mexmûrê bi ser bikeve.

Her wiha anî ziman ku Mexmûr ne bi tenê ye, hemû azadîxwaz pê re ne.

Koçberên Kampa Girê Spî jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Mexmûriyan re nîşan dan.

Koçberan bang li hikumeta Iraqê kirin ku li pey siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên tengavkirina penaberan, nekeve.

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê bi daxuyaniyekê banga xwedîderketina li xelkê Mexmûrê û dûrxistina wan ji siyasetên dorpêç û tengavkirinê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Iraqê hewl dide wargehê veguherîne girtîgehek vekirî ku her kes bixwaze binpêkirina û êrişan li dijî niştecihên wê pêk bîne..

Bang li hêzên navneteweyî û NY’ê hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên parastina penaberan ji êrişan bikin û dorpêça li ser wan bi dawî bikin.

Back to top button