DI ÊRÎŞEKE DAIŞ’Ê DE HEJMAREKE MEZIN A LEŞKERÊN NÎJERÎ HAT KUŞTIN

Di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li Nîjeryayê de, bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkanîne ewlehî ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê yên li rojavayê Afrîkayê gule berdan karwaneke leşekerî gava ber bi bajarê li wîlayeta Borno ve diçû.

Di encamê de, hejmareke leşkerên Nîjerî hat kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Yekser DAIŞ’ê ev yek girt ser xwe.

Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke ewlehî din diyar kir, wan gelek leşker, siware û çek di vê êrîşê de ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke sêyemîn, hejmara qurbaniyan mezin e.

Koma Boko Heram pir li bakur-rojhilatê Nîjeryayê çalak in û di heyama 20 salan de zêdetirî 27 hezar kes kuştine.

Vê dawiyê, gelek çete ji vê komê veqetiyan û tevlî DAIŞ’ê bûn.

 

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close