Şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên NY re civiya. Daxwazên xwe pêşkêş kirin, lê hîna ti encamek ji hevdîtinan derneketiye.
Îro Şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re civiya.
Şandeyê daxwazên xelkê wargehê pêşkêşî nûnerên NY û Hikûmeta Iraqê kirin, lê hîna ti encamek jê derneketiye.
Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedan dê berdewam bike
Piştî civînê li ser navê şandeyê, Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara li ser civîn û encamên wê peyameke da xelkê Mexmûrê.
Peyama Kara wiha ye: “Careke din bi berxwedaniya gelê wargehê, heta astekê tişta ku hikumeta iraqaê dixwest, pêk nehat.
Lê li ser ya xwe bi israr in. Dibêjin, ’em ê çêbikin’.
Bi vê berxwedan û sekna xwe, em ê hevdîtinên xwe bidomînin.
Weke civak, bi vê berxwedanî û sekna xwe, îro cîhan tev qala wargehê dike.
Ev ji bo vî gelî rûmeteke mezin e.
Hewildanên dorpêçê berdewamin û berxwedana gel jî ne-sekinye.