Operasyonên qirkirina siyasî li Amed, Edene û Mêrsînê hate şermezarkirin

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî binçavkirina endam û rêveberên wan binçavkirin û girtina endamê xwe şermezar kir.

DBP’ê diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê Tirkiyeyê ber bi pêşerojeke tarî ve dibe û wiha got:

“Tifaqa Cumhur, tifaqa şer e. Ji ber ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê kurd li cem demokrasiyê cih girt, bloka faşîst êrişan dike.

Dîroka me bi berxwedan hatiye nivîsandin kes wê bi van binçavkirinan nikare gav paş li me bide avîtin.”

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mersînê, bi daxuyaniyeke girtina encamê xwe şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev êriş ji bo hilbijartinan e û ji bo têkbirina vê desthilatê wê têkoşîna xwe geş bikin.

Meclîsa Ciwanan a Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk, bi meşekê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin û teqez kirin ku ewê li dijî her êrişan li berxwebidin û serbikevin.

Di operasyona qirkirina siyasî de herî kêm 67 kes hatin binçavkirin

Back to top button