Kongira Star bi jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya

Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 20’ê Gulanê ve dest bildarxistina civînan kir
Civîn bi ermanca gotubêjkirina sûcên destdirêjiya li ser jinan li herêmên dagirkirî tê lidarxistin.

Ji 20`ê Gulanê û vir ve, Kongreya Star rojane civînek bi komînekê re lidar dixe.

Li gorî navenda ragihandinê ya kongra star ji bingeha 21 komînan, civîn ji 3 komînan re li dar xistiye.

Civîna duh bi komîna Şehîd Hedar Efrîn ku bi dehan jin û ciwan lê beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo axivî û got:

“Em di qonaxeke hestiyar û girîng a têkoşîna gelê Kurd re derbas dibin..

Li Efrîn sûcên destdirêjiyê tê kirin.

Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan şermezar dikin.

Civîn bi banga bilindkirina asta têkoşînê bi dawî bû.”

Back to top button