Xelkê Şengalê piştî 9 salan vedigere cih û warên xwe

Xelkê Şengalê û piştî 9 salan vedigere cih û warên xwe.
Di nava hefteya derbas bûyî de zêdeyî 500 malbat vegeriyane.

Herî dawî 3’ê malbatên ji komalgeha Tilqesep ku li kampa Keberto diman, vegeriyan ser malên xwe.

Şêniyên ku vegeriyane warê xwe, ji ajansa Firatê re axivîn.

Xêro Eliyas Garis diyar kir ku di sala 2014’an de reviyan Kampa Keberto ya Dihokê û got:

“Me ji xwe re vegera ser axa xwe esas girt.

Niha ev mala ku ez hatime têde jî neya min e ya cîranê min e.

Lê cardin jî min got vegera ser axa me ji me re baştir e.”

Dayika bi navê Xezal Elî jî wiha qala vegera xwe dike:

“Ji berê de ev mala mebû bi hatina wê em gelek kêfxweş bûn.”

Welatiyê bi navê Eliyas Garis jî balkişand ser ewlekariya Şengalê û ev bang kir:

“Niha ti tirs li ser erdê nemaye.

Em bang li her kesî dikin vegerin û em bi hev re Şengala xwe ava bikin.”

“Vegera malbatên Êzidî ji bo Şengalê berdewam e”

Back to top button