Li bajarê Marîgnan ê Fransayê êrişa Mexmûre hate şermezarkirin

Dorpêç, êrîş û zextên li ser Mexmûrê li her aliyê Kurdistan û derveyî welat tên şermezarkirin.
Têkîldarî vê yekê li bajarê Marîgnane yê li başûrê Fransayê Kurdistaniyan çalakiyeke li darxistin.

Li bajarê Marîgnane yê li başûrê Fransayê, Kurdistaniyan danê êvarê bi çalakiyekî hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî li qada Marîgnaneyê li hev kom bûn û bi gotina “Mexmûr ne bi tenê ye” bang li Neteweyên Yekbûyî kirin,ku ji bo kampa di bin berpirsyariya wê de ye bi erka xwe rabe.

Di çalakiyê de çalageran bang li artêşa Iraqê jî kirin ku tavilê xwe ji kampê vekişîne.

Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana Mexmûrê” hate qêrîn.

Şêniyên wargehê daxwazên xwe pêşkêşî NY û hikumeta Iraqê kirin

Back to top button