KAMPA HOLÊ RÊVEBERIYA KAMPÊ BI PROJEYAN HEWL DIDE HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê RAKE

Malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê û hişmendiya çeteyan ku didin pêş, xeteriyê li ser tevahiya cîhanê çêdike. Malbatên çeteyan heta zarokên xwe jî naşînên dibistanan. Rêveberiya kampa Holê jî ji bo guhertina vê hişmendiyê gelek projeyên perwerdehî û ahengan, pêş xistiye û li ser gelek projeyan jî dixebite.

https://www.hawarnews.com/kr//haber/li-kampa-hol-hewla-tinekirina-fikr-dais-h21419.html

Rêveberiya Kampa Holê ji bo guhertina hişmengiya çeteyên DAIŞ’ê gelek proje pêş xistine.

Ji wan projeyan, perwerdehî, aheng û civatên zanakirinê.

Her weha ji bo perwerdekirina zarokan û bi taybet yên DAIŞ’ê 16 dibistan vekirine.

Di dibistanê de nêzî, 5 hezar zarok perwerdê dibînin.

Li kêleka van, parkek giştî bi rûbera 2 KM m2 di beşa sêyemîn de vekiriye.

Niha jî li ser dabînkirina tevahî pêdiviyên lîstokên zarokan, daniştek û çandina daran dixebite.

Ji nava projeyên lîstok û kêfxweşiyê ku rêveberiya kampa Holê amade kirine, 17 lîstokgehên footbolê ne.

5 lîstogehên goga zembîlê jî hatine avakirin.

Berpirsê Buroya Xizmetguzariyê yê kampa Holê Şivan Ehmed diyar kir ku armanca van projeyan derxistina hişmendiya DAIŞ’ê ji serê zaroka ye.

Ehmed da zanîn ku malbatên çeteyan zarokên xwe naşînin dibistanan.

Her weha komîteyên zanakirinê qedexekirina ku derbasî beşên wan bibin.

Di van demên dawî de gelek bûyerên tundiyê li Kampê derketin pêş.

Jê dîtina cenazeyê jina Endonezî ya ducanî ku ji aliyê jineke DAIŞ’î ve hatibû kuştin û
Ciwanê Iraqî yê ku ji aliyê çeteyan, hatibû kuştin.

Herî dawî jî gotina jina DAIŞ’î, eger hûn me û hevserên me yên li cem QSD’ê girtî ne bernedin, em ê her tiştî bişewitînin û talan bikin.

Ev gotin û bûyer hemû nîşan didin ku xeteriya hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê li her cîhanê hîna dewam e.

Ji xwe rayedarên bakur û rojhilatê Sûrî vê kampê weke bomebeya li ber teqînê bi nav dikin.

Leave a Reply

Back to top button