Besê Erzîncan: Azadiya Rêber Apo tê wateya jiyanek azad û wekhev

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê axivî..
Besê Erzîncan bang kir û got:
“Divê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê me ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê divê rojeva bingehîn be
Jin, gel divê dengê xwe ji bo têkçûna Erdogan ê faşîst bi kar bînin.”FILMi

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan derbarê tecrîda li ser Rêber APo û encamên Hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxandin kirin.

Besê Erzîncan di destpêkê de behsa girankirina tecrîda li Rêber Apo kir û got:

“Zêdeyî du sal in bi rengekî mutleq tecrîd tê meşandin.

Di vê pêvajoya hilbijartinê de rejîma şerê taybet a Tirk Rêberê me kir hedef.

Bi rengekî bêexlaq hewl dan ku Rêber Apo weke amûreke hilbijartinê bi kar bînin.

Divê ev yek baş bê fêhmkirin; tecrîdkirina Rêberê me derba herî mezin a li dijî xeta demokrasiyê ye.

Azadiya Rêberê me tê wateya jiyaneke azad û wekhev.

Lewma têkoşîna ji bo azadiya Rêberê me ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê divê rojeva bingehîn be.”

“Akp-mhp bi gelek rê û rêbazan hilbijartin bi rêve bir”

Endama Koordînasyona KJK’ê encamên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê jî nirxand û got:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi gelek rê û rêbazên diziyê hilbijartin bi rê ve bir.

Ya rast winda kiribû lê belê bi hîleyan kir ku bi ser ketiye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelê me bi biryardariyeke mezin dengê xwe da Partiya Çepên Kesk.

Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, gelê me li gel zextan hemûyan jî reng û dengê xwe bi xurtî nîşan dan.”

“Destketiya ji aliyê jinê hat bidestxitin hêja ye”

Besê Erzîncan di berdewamî de besha temsîliyeta jinê di vê hilbijartinê de kir.

“Nîvê wekîlên ku ji Partiya Çepên Kesk hatine hilbijartin jin in.

Li Tirkiyeyê cara yekê partiyek di asta ji sedî 49’an de gihîştiye temsîliyeta jinê.

Ev destketiya li aliyê jinê hate bidestxistin gelekî girîng û hêja ye.

Em vê destketiya jinan pîroz dikin.

“Em ê li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan dawiya nirxandinên xwe ev peyam da.

Divê di tûra duyemîn de hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê dengê xwe bidin.

Divê hemû jin û gel dengê xwe ji bo têkbirina Erdoganê faşîst bidin.

Em ê berxwedanê geştir bikin û xwe rêxistin bikin. Em ê bi yekîtiyê mezin bibin.

Em ê li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin.

Em ê bibin milîtanên layiqî Rêbertî, şehîd, gel û hevrêyên xwe û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Back to top button