“KURD WÊ LI HER DERÊ BERSIVÊ BIDE ERDOGANÊ DIJMINÊ KURDAN”

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî hilbijartinên herêmî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re gotarek bi sernavê “Desthilatdariya AKP’ê êrîşê dibe ser bajaran û bajarvaniyê” nivîsî.

Mûstafa Karasû di gotarê de îşaret bi nîqaşên li ser hilbijartinên herêmî kir û got:

“Niha bi giranî tifaqên hilbijartinên herêmî tên nîqaşkirin. Mijareke din a nîqaşê jî daxuyaniya Tayyîp Erdogan e ku gotibû eger li Kurdistanê HDP’î bên hilbijartin, wê careke din qeyûman tayîn bikin. Lê belê texmînên siyasî, krîza aboriyê û pirsgirêkên bi vê yekê re rû dane, desthilatdariya AKP-MHP’ê tengav dikin ku di hilbijartinê de bi ser bikevin.”

MUSTAFA KARASÛ:
HILBIJARTINÊN HERÊMÎ TÊKOŞÎNEKE DI NAVBERA NAVENDÎBÛN Û XWECIHIYÊ DE YE

Karasû bi berfirehî qala hişmendiya bajarvanî, daxwaza gel a ji bo zêdekirina erkên meclîs û rêveberiyên bajaran jî dike û wiha dibêje;

“Tayyîp Erdogan êrîşî xwemaliya bajaran jî dike. Ya ku ji bo Tayyîp Erdogan girîgn e, erkên qesrê ye. Tayyîp Erdogan hemû erkên li herêman hatine belavkirin li gel xwe kom dike û veguheriye desthilatdariya faşîst û otorîter a sedsala 21’ê.”

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dawiya gotarê de jî wiha tê gotin,

“Hilbijartinên herêmî wê veguhere têkoşîneke navbera navendîbûn û xwecihiyê û li Kurdistanê jî bibe têkoşîna parastina hebûna Kurdan û Kurdistaniyan a li dijî mêtingeriya qirker. Kurd wê bibînin ku qeyûm dijminatiya li Kurdan e û bi vî rengî wê helwestê nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button