Li ser damezirandina KNK’ê 24 sal derbas bû

KNK’ê saziyeke Neteweyî ya Kurdistanê ye.
Ev 24 sal e ji bo yekkirina mala kurdî li çar parçeyên Kurdistanê tê dikoşe.
Têkoşîneke dûr û dirêj û hewldanên ji bo yekitiya Kurd û kurdistanî daye meşandin.
Îro jî her wê xebatê dewam dike.

24’ê Gulana 1999’an.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK hat damezirandin.

Lê damezirandina wê bi awayekî fermî di 26’ê Gulana 1999’an de hat ragihandin.

Ev yek bi pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan bû.

Beriya damezirandina KNK`ê,

Di Nîsana 1995’an de Parlamentoya Kurdistanê li derveyî welat (PKDW) hat damezirandin.

Xebatên wê bi giranî ji bo Bakurê Kurdistanê bûn.

Lê belê armanca sereke ya avakirina yekitiya kurdî pêk neanî.

Ji lew re Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku ji bo yekitiya kurdî saziyek bê avakirin.

Hemû rêxistinên Kurdan û kurdistanî di bin banê xwe de bîne cem hev.

Li gorî wê pêşniyarê, sala 1998’an li Brukselê konferanseke giştî hat lidarxistin.

Gavên destpêkê yên avakirina KNK’ê hatin nîqaşkirin.

Biryar bû ku KNK bi awayekî fermî di Newroza 1999’an de bê damezirandin.

Lê hewldan û xebatên damezirandinê hatin taloqkirin.

Ev yek jî ji ber Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû.

Piştî dîlgirtina Rêber Apo , di hevdîtina yekemîn a parêzeran de, Rêber Apo damezirandina KNK’ê pirs kir.

Li ser wê yekê, komîteyeke amadekar a ji hêzên siyasî û kesayetên nîştimanî yên kurdistanî hat avakirin.

Komîteya amadekar bi piraniya alî û hêzên Kurd û kurdistanî re hevdîtin kirin.

Lê hin aliyan destnîşan kir ku ew ji bo kongreyê ne amade ne.

Ji lew re KNK’ê di 20 salan de hewl da refan bike yek.

Da ku bikarin li hember xetereyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bisekinînin.

KNK’ê heta asteke mezin gelê Kurd di gelek dozên kurdistanî de kir yek.

KNK hewl dide yekitiya gel û pêkhateyên Kurdistanê pêk bîne.

Dixwaze ku pêkhateyên weke Asûr, Suryan, Ermen, Tirkmen û Ereb yên ku li Kurdistanê jiyan dikin jî di bin vê sîwanê de cih bigirin.

Ehmed Karamûs: KNK encama têkoşîna sedsalî ye

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs bi boneya rojê axivî û got:

“Damezirandina KNK’ê piştî têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd pêk hat.

Armanc KNK’ê parastina berjewendiyên nîştimanî û neteweyî yên gelên Kurdistanê ye.

KNK’ê xwe li çar parçeyên Kurdistanê bi rêxistin dike.

Ji bo yekkirina nêrînê li parçeyên Kurdistanê tê dikoşe.”

Back to top button