SEZAÎ TEMELÎ: ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DI YEKÎTIYA NETEWÎ DE YE

Şandeya HDP’ê û KCD’ê ya bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, 4 rojan li Başûrê Kurdistanê man û bi rêveberiya Herêmê, serokkomarê Iraqê û partiyên siyasî re civiyan. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê û encamên hevdîtinan nirxand. Temelî got: Di hevdîtinna de du mijar derketin pêş yek Demokrasiya Rojhilata Navîn û duyem jî Yekîtiya Netewî bû .

HEVSEROKÊ HDP’Ê SEZAÎ TEMELÎ
ENCAMÊN SERDANA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NIRXAND

Şandeya HDP’ê û KCD’ê ya bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, 4 rojan li Başûrê Kurdistanê man û bi rêveberiya Herêmê, serokkomarê Iraqê û partiyên siyasî re civiyan. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê û encamên hevdîtinan nirxand.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî serdana xwe ya ji bo Başurê Kurdistanê weke serdaneke girîng binav kir û got:

Em dixwazin aştî pêk were.

Ji ber vê jî gava herî pêwîst çareseriya demokratîk e.

Çareseriya pirsigrêka Kurd tenê li Tirkiyê nabe, divê ev pirsgirêk di coxrafyaya Rojhilata Navîn de were çareserkirin.

 

SEZAÎ TEMELÎ: ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DI YEKÎTIYA NETEWÎ DE YE

Temellî diyar kir ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd di yekîtiya netewî ya Kurd re derbas dibe û wiha anî ziman:

Divê li dijî şer îradeyek bê nîşandan û îradeya bihevre jiyankirinê derkeve holê, ev yek jî bi riya Yekîtiya Netewî pêk tê.

 

SEZAÎ TEMELÎ:KONGREYA NETEWÎ PÊWÎSTIYEK LEZGÎN E

Sezaî Temellî da zanîn ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi awayekî erênî nêzî mijara Yekîtiya Kurdî bû û wiha domand:

Lidarxistina kongreyekî pêwîstiyeke lezgîn e.

Divê diyalogên du alî bên pêşxistin.

Helbet Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de navendeke girîng e.

Di hemû civînna de li ser çareseriyeke demokratÎk ji bo kurdan û Rojhilata Navîn teqezî hat kirin.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Weka encama serdana me ji bo avakirina demokrasî û aşîtîyê ez bi hêvîtirim,

Ji bo pirsgirêkên hevpar, çareseriyên hevpar dikare bê afirandin.

Leave a Reply

Back to top button