
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê daxuyaniyek da.
bal kişand ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li ser êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê û got:
“Heger bêdengî dewam bike, ji encamên rû bide wê Neteweyên Yekbûyî berpirsyar be.”
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrîşên li ser Şengalê û Mexmûrê daxuyaniyek da.
KCÊ-E balkişand li ser bêdengiya NY, diyar kir ku li pişt vê zextê Erdogan û hevkarên wî yên herêmî hene û got:
“Hewl tê dayin ku kampa Mexmûrê bikin mîna girtîgeheke servekirî.
Ev yek jî nîşan dide ku Neteweyên Yekbûyî di asta herêmî de ketiye bin bandora hêzên talanker û êrîşkar.”
Koordînasyonê diyar kir ku Erdogan û derdora wî nikare xwe li xweserî û xweparastina Êzidiyan a li Şengalê rabigire û got:
“Neteweyên Yekbûyî ku qirkirina Êzidiyan nas kiriye, di vê mijarê de bêdeng in.
Ev bêdengî qet nayê qebûlkirin. Divê dawî li vê bêdengî û durûtiyê bê anîn.
Naxwe ji encamên êrîşan wê bi xwe berpirsyar bin.”