Li Almanya û Fransayê ji bo Mexmûrê çalakiyên piştgiriyê hate lidarxistin

Li bajarê Marîgnane yê li başûrê Fransayê, Kurdistaniyan danê êvarê bi çalakiyekî hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Marîgnaneyê ê Fransayê li dijî dorpêça hikûmeta Iraqê ya li ser Mexmûrê daketin qadan.

Li bajarê Bîelefeldê yê Almanyayê jî bi heman armancê kurdistanî mîtîngek hate li darxistin.

Kurdistaniyan di mîtîngê de êrişa li ser wargehê şermezar kirin û gotin:

Em bang li artêşa Iraqê dikin ku tavilê xwe ji wargeha Mexmûrê vekişîne .

Helwesta hikumeta Iraqê ne ya qebûlkirinê ye.

Divê xwe ji dora kampê vekişîne û dest ji xelkê Mexmûrê berde.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, ku ji kampê berpirsyar e.”

Mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

Back to top button