YJA Star şehadeta ermandar Leyla Sorxwîn ragihand

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê şehadeta Fermandar Leyla Sorxwîn ragihand. YJA Star diyar kir ku Fermandar Leyla bi cewhera xwe bi rengekî gelekî sade, xwezayî, leheng, fedakar û wêrek tevlî têkoşîna xwe ya 31 salan bû û sekna jin a azad di kesayetiya xwe de şênber kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê şehadeta Fermandar Leyla Sorxwîn ragihand..

YJA Star da zanîn ku Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê, endama Meclîsa PAJK’ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê fermandar Leyla Sorxwîn di
22 û 23’ê Çileya 2023’an a li Bestayê tevî 6 hevrêyên xwe yên jin şehîd bû.

YJA Star: Fermandar Leyla Sorxwîn cewher, gotin, pratîk û çalakiya wê yek bû

YJA Star sersaxî ji malbata şehîd Leyla re xwest û got:

Fermandara me ya hêja Leyla Sorxwîn li nava malbateke welatparêz a Amedê ji dayik bû.

Bi hestên serhildêr hîn di ciwantiyê de têkoşîna azadiyê nas kir û di sala 1993’an de tevlî tevgera azadiyê bû.

Li Amed, Botan, Zagros, Garê bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû, ji bo pêşvebirina milîtaniya jin a azad têkoşîna xwe her roj mezintir kir.

Di heman demê de wezîfeyên PKK û PAJK’ê di asta herî bilind de pêk anî.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku piştî fermandara wan Delal Amed sala 2017’an şehîd bû, hevrêya wan Leyla bi dilsoziya xurt derbasî Botanê bû.

Bi çûyîna Botanê cihê hevrê Delal dagirt, têkoşîna wê dewam kir û ji bo serxistina têkoşînê bi wezîfeya Fermandariya Qada Botanê rabû.

Ew bi cewher, gotin, pratîk û çalakiya yek bû.

Hevrê Leyla xeta Rêbertî bi kûrahî pejirand, bi pîvanên milîtaniyê ya jin a azad ji her alî ve xwe bi pêş ve bir.

Agahiyên li ser nasnameya Fermandar Leyla Sorxwîn wiha ye,

Nasnav: Leyla Sorxwîn
Nav paşnav: Hamiyet Yalçinkaya
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Gulê
Bav: Kadîr
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta

Back to top button