PARLAMENTER HUDA KAYA: AKP PÊŞENGTIYA XERABÎ Û ZILMÊ DIKE

Parlementerên HDP’ê yên Stenbol û Rihayê mijara erkdarkirina qeyûman nirxand û gotin:
Hikumeta AKP’ê ji bo desthiladariya xwe mayînde bike her tiştê xerab dike.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de, yên ku herî zêde komkujî pêk anîn û êş dane jiyîn desthilatdarên AKP’ê ne û got:

AKP’ê bi kirinên xwe bêhiqûqî û bêedaletiyê dike.

Erdogan bi riya ol kirinên xwe rewa dike.

Li gorî karê AKP’ê, ev hikumet bûye pêşengê xerabî û zilmê.

Bi darbeyên siyasî û leşkerî, hemû xerabiyan dike.

Huda Kaya di dawiyê de destnîşan kir ku her dem aşîtî û demokrasî bijartiya wan e.

Ji ber aşîtîya ku em dixwazin bi salane hevserok, wekîl, rêveber û gelê me bedel didin.

 

PARLAMENTER SURUCU: EM BANG LI DESTHILATDARIYÊ DIKIN KU DEST JI POLÎTÎKAYÊN QEYÛM BERDE

Her wiha Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di roja 24’emîn ya Nobeta Demokrasiyê de diyar kir ku divê hikumeta AKP’ê dest ji polîtîkayên qeyûm berde.

Leave a Reply

Back to top button