Kongra Star sersaxî da malbata Nûra Hena

Doh endama Dîwana Hevserokatiyê ya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Nûra Hena, wefat kir. Kongra Star ji ber wefata Nûra Hena peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de, Meclisa Kongra Star ev tişt got: Nûra Hena ji destpêka şoreşa Rojava de, di nava saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kar kir.

Ji bo meclisa navçeya Qamişlo hat hilbijartin, piştre jî wek endama Dîwana Hevserokatiyê ya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê peywir girt, her wiha endama Yekitiya Jinên Suryan bû.

Dewama peyamê hat gotin ku Nûra Hena di xurtkirin û belavkirina fikrê neteweya demokratîk de, bi rolek girîng rabû.

Kongra Star dawiya peyamê sersaxî ji malbat û hevrêyên Nûra Hena re xwest.

Back to top button