Kiryarên rojana li Efrîna dagirkirî berdewamin

Li Efrînê welatiyek hate revandin, çete amadekariya avakirina mêtingeheke nû dikin û li mêtingeha bi navê Um Toba 281 malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyan li Efrînê dewam dike.

Kuştin, revandin, dizî, talan û guhertina demografiya herêma Efrînê dewam dikin.

Bi hincetên mîna har carê Subhî Kalo hate revandin

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Sivîl welatiyê bi navê Subhî Kalo 28 salî revandin.

Subhî Kalo ji xelkê Keferzêtê ya Cindirêsê ye.

Hat zanîn ku çeteyan Kalo bi hinceta ku erka xweparastin di dema Rêveberiya Xweser de pêk aniye ew revadnine û heya vê kêliyê aqûbeta wî ne diyar e.

Guhertina demografiya herêma Efrînê berdewame

Li aliyekî din jî kiryarên ku bi armanca guhertina demografiya Efrînê têne kirin dewam dikin.

Efrîn NEWS diyar kir ku Komeleya AFAD ya Tirî li gundê Mihemdiyê yê Cindirêsê kampeke nû vekir.

Hate gotin ku ev kamp bi desteka hin komele û rêxistinên Filistînî hate vekirin.

Efrîn NEWS da xuyakirin ku jimara konên hatine vedan giha 65 kon û hê jî kampa tê berfirehkirin.

Li gorî Efrîn NEWS 24 kesên ku li vê kampê dimînin ji Kampa Yermûk ya Şamê hatine û ew bi xwe Filistînî ne.

Çete dê vê kampê veguherînin mêtingehekê û malbatên xwe lê bi cih bikin.

281 Malbatên çeteyan li Mêtingeha Um Toba hatin bicihkirin

8’ê Gulanê bi destê çeteyan û bi desteka rêxistinên Filistînî li gundê Şadîrah yê Efrînê mêtingeha bi navê Um Toba Elfilistîniya hate avakirin.

Efrîn POST diyar kir ku çeteyên Feyleq Elşam ev çend roj in malbatên xwe ku piraniya wan ji Xotaya Şamê ne, veguhezandin mêtingeha Um Toba.

Hat zanîn ku li mêtingehê 40 avahî hene û zêdetirî 281 malbatên çeteyan li bi cih bûne.

Efrîn..Welatiyek Kurd rastî êşkenceyê hat

Back to top button