
Wezareta Bazirganiya Hudirîn a Hikumeta Şamê, buhayê sotemeniyê ji sedî 20 bilind kir.
Wezaretê li ser rûpela xwe ya Facebookê biryar belav kir û tê de buhayê xaza malan a li ser ‘Bîtaqa Zekiyê’ ji 9 hezar û 700 L.S…. rakir 15 hezar L.S
Buhayê gaza malan a serbest jî, ji 30 hezar û 600 L.S.. bû 50 hezar L.S û ya serbest a 16 kîlo ji 40 hezarî bû 75 hezar L.S.
Her wiha di nava 6 mehên dawî de, ev cara 3’emîn e wezaret buhayê benzînê bilind dike.
Benzîna oktan 95 ji 5 hezar û 750 L.S… bû 7 hezar û 600 L.S.
Ev biryar di demekê de tê ku welatiyên li herêmên hikumeta Şamê di rewşeke jiyanî ya zehmet de dijîn û mûçeyên karmendan 150 hezar lîreyên sûrî derbas nake.