Li çeperên berxwedanê yên Sîdayê dagirkerek hat cezakirin

HPG’ê ragihand 23’ê Gulanê di encama bersivdayîna êrişa dagirkeran de li Sidayê dagirkerek hate kuştin û got: Herêmên Parastinê yên Medyayê 7 caran bi balafirên şer, 19 caran jî bi obus, hawan û tankan hate bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û wiha got:

“Li herêma Zapê;

22’ê Gulanê dagirkeran li Girê FM’ê êriş birin ser hêzên me.

Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrişa dagirkeran.

Di heman demê de dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê ya Sîdayê.

Li wir jî hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê bersiv dan.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

23’ê Gulanê jî dagirkeran êriş birin ser çeperên berxwedanê yên Sîdayê.

Li wir jî hêzên me bersiv dan.”

Artêşa Tirk a dagirker 26 caran qadên berxwedanê bomberan kir

Her wiha HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran jî got:

21, 22 û 23’ê Gulanê dagirkeran 7 caran bi balafirên şer, 19 caran jî bi çekên giran hereêmn Xakurkê, Metînayê û Zapê bombekirin.

Nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne hate eşkerekirin

Back to top button