Li Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Îzmîrê 27 kesên din hatin binçavkirin

Îro û duh di serî de li Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Li Mêrdîn, Şirnex Êlih û Îzmîrê vê sibehê 27 kes hatin binçavkirin. Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk bi daxuyaniyeke bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da. Her wiha li bajarê Mêrsîn û Edeneyî jî Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Bi nêzbûna tura duyemîn ya hilbijartinê tirs desthilata AKP-MHP’ê li hemberî Kurdan zêde dibe.

Lewma bi destûra Erdogan li dijî gelek kesan operasyonên qirkirina siyasî pêk tên .

Vê sibehê li Mêrdîn, Şirnexê, Elih û Îzmîrê di serdegirtinan de 27 kes hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin di serdegirtinan de derî hatine şikandin û êşkence li gelek kesan hatiye kirin.

Di vê çarçoveyê de doh jî bi ser gelek malan de hatibûn girtin.

Doh Xwediyê îmtiyazê yê ajansa Mezoptomaya Ferhad Çelîk, Rojnamevan Delal Akyûz,

Hûnermend û koordînatorê M-A Mûsîkê Şêrko Kanîwar jî di nav de 67 kes hatibûn binçavkirin.

Di nava wan de Hevserok û Rêveberên HDP û DBP jî cih digirtin.

Operasyonên Qirkirina Siyasî li gelek deveran hatin şermezarkirin

Derbarê operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk de Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk daxuyaniyek da.

DBP’ê diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê Tirkiyê ber bi pêşerojeke tarî ve dibe û wiha got: “Tifaqa Cumhur, tifaqa şer e.

Ji ber ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê kurd li cem demokrasiyê cih girt, bloka faşîst êrişan dike.

Dîroka me bi berxwedan hatiye nivîsandin kes wê bi van binçavkirinan nikare gav paş li me bide avîtin.”

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mersînê jî, bi daxuyaniyeke girtina endamên xwe şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev êriş ji bo hilbijartinan e û ji bo têkbirina vê desthilatê wê têkoşîna xwe geş bikin.

Her wiha Meclîsa Ciwanan a Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk, bi meşekê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.

Ciwanan teqez kirin ku ew ê li dijî her êrişan li berxwebidin û serbikevin.

Di operasyona qirkirina siyasî de herî kêm 67 kes hatin binçavkirin

Back to top button