ARTÊŞA NETEWÎ YA LÎBYAYÊ CIHÊN ÇEKÊN TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ EŞEKRE DIKE

Artêşa netewî ya Lîbî, cihên embarkirina çekên Tirkiyê eşkere dike. 

Artêşa netewî ya Lîbyayê teqez kir ku yekîneyên wê cih û deverên embarkirina çek û dronên Tirkiyê li bajarê Zawiyê li rojavayê paytextê destnîşan kirin.

Berpirsê artêşa elktronîk El- Tayeb Meşarif ji Rojnameya Eyna Îmaratî re axivî û got:

Dronên Tirkî ji hindirê parzûngeha neftê ya li bajêr radibin.

Tê de jî, odeya operasyonên delweta Tirk heye û bi şev kar dikin.

Meşarif diyar kir, milîsan alavên şaşkirina hevpeywendiyan danîne, lê artêşê ev alav rakirin.

Meşarif destnîşan kir ku milîsên bajarê Zawiyê çekên giran li devera Ebû Sira embar kirine.

Li gorî Meşarif, artêşê nasnameya hinek çeteyên ku rê ji dagirkiriya Tirk re vekiriye, eşkere kir.

Navên wan jî wiha ne:

Mihemed Mibêh.

Hamid el-Hinêş.

Muhend Belxît.

Dêf Cimûm.

Riyad el-Mihdî.

Artêşa Lîbî ji Tîrmehê ve, odeya operasyonên dronên Tirkiyê armanc dike û heta niha bi dehan dron anîne xwarê.

Leave a Reply

Back to top button