
Yekîtiya Rewşenbîran li Şehbayê bi navê Şehîd Gerzan çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de kesên ku helbest pêşkêş kirin, hatin xelatkirin.
Çalakî li hola Mîtan a navçeya Ehdas hate lidarxistin.
Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de helbest, sivizyon û govendên cur bi cur hatin pêşkêşkirin.
Her wiha di çalakiyê de kesên ku helbestên xwe pêşkêşkirin hatin xelatkirin.