Hêzên Rizgariya Efrînê bi sê çalakiyên sekvaniyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Ezaz û Babê kirin hedef.
Di çalakiyan de 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên li Ezaz û Babê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hêzên Rizgariya Efrînê got:
Me 10’ê Îlonê li gundê Kefer Xaşir yê Ezazê çalakiyek sekvaniyê lidarxist.
Çeteyekî dagirkeriya Tirkiyê di çalakiyê de hat kuştin.
Heman rojê me li derdora gundê Hezwan yê Babê jî 2 çalakiyên sekvaniyê lidarxistin.
Li vir jî herdû çete hatin kuştin.