Pervîn Bûldan: Wê ev coşa gel me ber bi serkeftinê ve bibe

Ji hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn re sê roj mane.
Ji bo tifaq faşîst, qirker têk biçe li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xebatên tifaqa ked û azadiyê bi lez didomin.

Wê 28’ê mehê de li Tirkiyê hilbijartina serokkomar pêk bê.

Ji bo têkbirina tifaqa faşîst, qirker a AKP-MHP’ê xebatên partiya çepên kesk û HDP’ê didomin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, li Mêrdînê tev li hevdîtinên bi gel re bûn.

Pervîn Bûldan, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê axivî û got:

“Wê ev coş, me ber bi serkeftinê ve bibe. Ez ji vê pişterast im.
Keda we hemûyan sax be û ji we hemûyan re qewet be.”

Feleknas Ûca: Ev hilbijartina hesabpirsînê ye

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca bal kişand ser girîngiya tûra duyem a hilbijartinan û ev yek anî ziman:

Ev hilbijartineke dîrokî ye.

Lewma di tûra yekemîn de gelek dek û dolab, zordarî û astengî hatin kirin.

Ji vê desthilatê re êdî bes e. Ev hilbijartin hilbijartineke hesabpirsînê ye.”

Esengul Demîr: Yên ku dengê xwe nedan, divê vê carê dengê xwe bidin

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr anî ziman ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wan peyama gel fêhm kirine û wê vê peyamê bi cih bînin.

Demîr bi bîr xist ku di 14’ê Gulanê de tevlîbûneke xurt li dengdanê hebû, lê belê zêdeyî 8 milyon hilbijêrî dengê xwe bi kar neanîn û got:

“Daxwaza me ew e ku hilbijêrên deng nedan vê carê deng bidin, xwedî li dengê xwe derkevin û wê hêzê nîşan bidin ku rejîma şexsekî hilweşînin.”

Berdan Ozturk: Gelê me li dijî zextê helwest nîşan da

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand û wiha got:

“Li gel van êrîşan jî gelê me bi biryardarî nîşan da ku tevî hevalbendên xwe ew alîgirê demokrasî û azadiyê ye.

Tevî nebûna derfetan, zext û qedexeyê jî gelê me di mitîngan de bi me re bû.

Gelê me bila di 28’ê Gulanê de dengê xwe bide û dijminên gelê Kurd, demokrasî û azadiyê ji bîr neke.

Tifaqa me bi hêzên demokrasiyê re ye, partî û rêxistinên me li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî sîstemê têdikoşin.”

Ahmet Turk: Divê emê dersekê bidin desthilatê

Şandeyek siyasetmedar Ahmet Turk û parlamenterên Partiya Çepên Kesk pêkhatî, li navçeyên Kerboran Midyad ê Mêrdînê bi gel re hatin ba hev.

Ahmet Turk anî ziman ku divê Kurd dersekê bidin desthilatê û got:

“Du rê li pêşiya me hene; Em ê an demokrasiyê hilbijêrin an jî yên dijminatiya vî gelî dikin.”

Wê HDP û Partiya Çepên Kesk îro helwesta xwe diyar bike

Back to top button