YPG: DI 3 OPERASYONÊN SERKEFTÎ DE 4 ÇETE HATIN GIRTIN 2 JÎ HATIN KUŞTIN

YPG’ê diyar kir ku Yekîneyên Antî Terorê li herêma Dêra Zorê û Şedadê 3 operasyonên serkeftî lidarxistin.
Di operasyonên navber 2 û 9 mehê de 4 çeteyên ku bi erkên girîng radibûn hatin girtin.
Her weha 2 çete jî hatin kuştin.
YPG’ê teqez kir ku wê operasyonên wan li djî şaneyên veşartî bidomin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên Yekîneyên Antî Terorê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

YPG’ê diyar kir Yekîneyên wan navbera 2 û 9’ê Îlonê de li dijî şaneyên çeteyan çalakî pêk anîne.

Çalakiya 2’ê mehê li herêma Dêra Zorê li dijî yek ji berpirsên karûbarên aborî yê şaneyên veşartî pêk hat.

Di operasyonê de serçeteyê bi navê E.M tevî hejmarek belge û amûrên din hat girtin.

Çalakiya 6’ê Îlonê jî li herêma Dêrezorê pêk hat.

Li vir jî serçeteyê bi navê Xelef Elî Baş el-Bekirî û du çeteyên din hatin, girtin.

Pêre jî çekek AK-47 û hejmarek alavên leşkerî, hatin girtin.

Çalakiya din jî 9’ê mehê li herêma Şedadê li dijî maleke ku du çeteyên Iraqî tê bûn hat li darxistin.

Di vê çalakiyê de herdû çete hatin kuştin.

YPG’ê da zanîn ku bi van operasyonên serkeftî re pêşiya gelek êrîşan hat girtin.

Her weha teqez kir ku wê operasyonên wan li dijî şaneyên veşartî bê navber, bidomin.

Leave a Reply

Back to top button