Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik li herêma xweser a Katalonyayê ye.
Sozdar Dêrik bi Seroka Parlamentoyê û nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn.
Sozdar li wir tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû. 

Li ser vexwendina parlamentoya Katalonya, Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik çû vî welatî.

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik li vir bi Seroka Parlamentoya Katalonyayê ,

Nûnerê Partiya Namzetiya Yekîtiya Gel,

Nûnerê Partiya Çepa Komarparêz a Katalonyayê re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de mijarê ewlekariya herêmê hat gotubêj kirin

Navenda Ragihandina YPJ’ê têkildarî serdanê de ev agahî parve kirin :

“Di hevdîtinan de li ser mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê,

Metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna bi wê re, rewşa kampa Holê,

Êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê gotubêj hatin kirin.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan jî hat rawestîn ..

Bal hat kişandin ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye..

Ev metirsî hîn jî didome, lewma divê hemû alî têkildarî DAIŞ’ê xwe berpirsyar bibînin.”

Sozdar Dêrik tevlî panel û pêşengehan bû

Rojnamevanên Katalonyayê eleqeyek mezin nîşanî Sozdar Dêrik dan ..

Ji ber vê eleqeyê Sozdar tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû.

Her wiha di panelek ku ji aliyê rojnamevan Mònica Terribas ve pirsên mêvanan hat bersivandin.

Bi zimanê kurdî axivî û nirxandinên wê hatin wegerandin ..

Sozdar Dêrik tevlî Pêşengeha pirtûkan a li Barcelonayê jî bû.

Hevditinên Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik didomin.

Back to top button