LI KAMPA HOLÊ 2 JINÊN DAIŞ’Î CIWANEK IRAQÎ BIRÎNDAR KIRIN

2 Jinên DAIŞ’î li Kampa Holê dîsa hewl dan ciwanekî Iraqî bikujin.
Ciwanê Iraqî bi giranî birîndar bû û niha li cem Heyva Sor a Kurd tê derman kirin.
Bi vê bûyerê re careke din Kampa Holê ku weke bombeya li teqînê tê bi nav kirin xeteriya xwe li ser herêmê û Cîhanê nîşan da.

 

Jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê careke din xeteriya xwe nîşan dan.

2 jinên DAIŞ’î hewl dan ku ciwanekî Iraqî bikujin.

Jinan bi amûrekî hişk Ciwanê bi navê Y.N bi giranî birîndar kir û ji ser hişê xwe çû.

Ciwanê Iraqî niha li navenda Heyva Sor a Kurd tê derman kirin.

Hevjîna wî ciwanî behsa bûyerê kir û got:

Ez li derveyî konê xwe bûm, dema vegeriyam min dît 2 jinên DAIŞ`î bi lez ji bin kon derdikevin.

Dema ketim bin kon min dît hevjînê min birîndar e û xwîn jê diçe.

Demên dawîn de bûyerên bi vî rengî li Kampa Holê zêde bûne.

Beriya niha jineke DAIŞ`î neviya xwe kuşt, ji ber ku qebûn nekir cilên DAIŞ’ê li xweke.

Jina Endonozî ya ducanî jî ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve hat kuştin.

Dîsa jineke DAIŞ’î endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kampê de birîndar kir.

Beriya hefteyekê jî dîsa ciwanekî Iraqî di hundirê konê xwe de bi amûreke hişk hatibû kuştin.

Her weha gotina jina DAIŞ’î, eger hûn me û hevserên me yên li cem QSD’ê girtî ne bernedin, em ê her tiştî bişewitînin û talan bikin.

Ev gotin û bûyer hemû nîşan didin ku xeteriya hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê li her cîhanê hîna dewam e.

Ji xwe rayedarên bakur û rojhilatê Sûrî vê kampê weke bomebeya li ber teqînê bi nav dikin.

Leave a Reply

Back to top button