Liz Throssell: Pêwîst e Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde

Berdevka Buroya Mafên Mirovan a NY’yê Liz Throssell diyar kir ku li Tirkiyê zextên li ser azadiya raman û derbirînê di asta fikaran de ye û bang kir ku divê rojnamevanên girtî hemû demildest bên berdan.

Berdevka Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Liz Throssell bal kişand ser zextên li rojnamevanan tên kirin.

Throssell da zanîn ku ji ber ku nûnerên wan li Tirkiyê nînin têkildarî hûrguliyên dosyeyên rojnamevanên girtî agahî destê wan de tune ne û dibêje:

Ber bi dawiya meha nîsanê ve derbarê binçavkirin û girtinan de bi rayedarên tirk re di nava pêwendiyan de ne û ew ji rayedarên tirk re fikarên xwe tînin ziman.

Liz Throssell: Rojnamevan di bin navê ‘Terorê’ de tên tawanbarkirin

Throssell anî ziman ku rojnamevan, parêzer û aktîvîst û gelek kes di bin navê “terorê” de tên tawanbarkirin û zext li ser wan tên kirin.

Wek Buroya Mafên Mirovan a NY’yê Liz Throssell da zanîn ku ew demek dirêj e li ser qanûnên sûc û terorê şîroveyan dikin û ev rewşa heyî ya li Tirkiyê bandorek neyînî li ser mafên mirovan dike.

Derbarê 9 rojnamevanan de biryara berdanê

Back to top button