Ukrayna: Êrîşa dijberane ji çend rojan ve dest pê kiriye

Şeva borî Rûsa êrîşeke mezin bi dronan bir ser Ukraynayê. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje wan 36 dronên Rûsyayê anîn xwarê. Fermandarê Wagnerê jî, jimara windahiyên hêzên xwe eşkere kir û Erkana Rûsyayê weke berpirsyarê bilindbûna vê jimarê, nîşan da.

Ev demek e Ukrayna ji bo derxistina hêzên Rûsî ji xaka xwe, amadekariyên êrîşekê dike.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Mikhailo Podolak ragihand, êrîşa dijberane ji çend rojan ve dest pê kiriye.

Mikhailo Podolak ji kenala Ray a Îtalyayî re axivî û da xuyakirin, li seranserî sînor bi dirêjahiya hezar û 500 KM şer û pevçûn berdewam in.

Podolak diyar kir, ew çekên welatên rojavayî di nava xaka Rûsyayê de bi kar nayînin û tenê dê di rizgarkirina Donbas û Qerimê de bikar bînin.

Zelensky: Me 36 dron anîn xwarê

Ji aliyê xwe ve serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand, şeva borî wan 36 dron anîn xwarê.

Hêzên esmanî yên Ukraynayê da xuyakirin, Rûsya şeva borî ji bakur û başûr ve, bi 36 dronên Îranî yên ji cûreyên ‘Şahid 131’ û ‘Şahid 136’ êrîş kir.

Wagner bajarê Bahmotê radestî artêşa Rûsî dike

Li aliyê din, fermandarê hêzên Wagnerê Yevgeny Prigozhin, radestkirina bajarê Bahmotê bo artêşa Rûsî, ragihand.

Prigozhin mikur hat ku hêzên Wagnerê 50 hezar girtîyên zîndanan di şerê li Ukraynayê de bi kar anîn û eşkere kir ku 10 hezar ji wan hatin kuştin.

Yevgeny Prigozhin diyar kir ku bi qasî vê jimarê jî, hêzên taybet ên Wagnerê hatine kuştin û got:

” Li gorî wendahiyên me, ji hêzên Ukraynayê 3 qat hatine kuştin û 2 qat birîndar bûne.”

Fermandarê Wagnerê gelek caran rexne li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kiribû û sedema bilindbûna jimara wendahiyên Wagnerê, bi xemsariya Erkana Rûsyayê ve gira dabû.

Prigozhin herî dawî jî duh, hişyariya şoreşekê li nava Rûsyayê dabû û gotibû:

” Di demekê de ku xelk rojane cenazeyên zarokên xwe werdigirin, zarokên çîna bilind li Rûsyayê li balafiran siwar tên û diçin geştan”.

Back to top button