Li Bakurê Kurdistanê operasyonên girtin û binçavkirinê didome

Li bakurê Kurdistanê operasyona serdegirtina malan dewam dike. Di operasyona qirkirina siyasî ya li Colemêrgê de bi dehan kes hatin binçavkirin. Her wiha li navçeya Xelfetiyê jî di encama serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Îro di danê sibehê de li Colemêrgê bi ser gelek malan de hate girtin.

Di encama serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.

Li navçeya Xelefetiyê ya Rihayê 2 kes hatin girtin

Îro di danê sibehê de polîs û cendirmeyan li Taxa Yeşîlozen a navçeya Xelfetî ya Rihayê jî bi ser malan de girtin.

Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Abdurahman Polat û Denîz Karayurek hatin binçavkirin.

Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî nehatin dayîn.

Hat zanîn ku welatî ji ewil birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê û piştre jî derbasî midûriyeta emniyetê ya bajar hatin kirin.

Li Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Îzmîrê 27 kesên din hatin binçavkirin

Back to top button