PYD: LI HEMBERÎ ARÎŞEYAN BERPIRSYARÎ Û SEKNEKE CIDÎ LAZIME

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê derbarê arîşeyên heyî û girîngiya yekbûna li hemberî wan de daxuyaniyek da.

PYD’ê diyar kir ku li hemberî arîşeyan berpirsyarî û sekneke cidî lazime.

Ev jî ji ji hemû hêz û partiyên siyasî û hemû beşên gel tê xwestin.

PYD’ê teqez kir parastina van destkeftiyan jî bi avêtina gavên cidî ji hemû aliyan ve çi hundirê Rêveberiyê çi jî ji derve de pêk tê.

Her wiha ji bo çarserkirina nakokiyên di navbera partiyhên Kurdî de xebateke avaker kirin.

PYD’ê îşaret bi daxuyaniyên hin aliyan jî kir û got:

Ev daxuyanî asta tengbûna fikrê wan dide diyarkirin û dikevin çarçoveya daxwazên sîstemên otorîter.

Her wiha hemû rêbaz û siyasetên ku xizmeta geşkirina nakokiyên bêsûd ku xizmeta neteweyê û kurdîtiyê nakin, dikin.

Lewma em bang li gelê xwe yê Kurd li Sûriyê û hemû pêkateyên din dikin ku li pêşiya hewldanên ku dixwazin şerê Rêveberiya Xweser, ewlehî û aştiya me têk bibin, biseknin.

Leave a Reply

Back to top button