
Li Brîtanyayê gel ji bo tûra 2’yemîn a hilbijartinên Serokkomariyê ku duh dengdan qediya herikîn ser sindoqan. Xebatkarên Îtîfaqa Ked û Azadiyê ya Brîtanyayê bang li her kesî kirin ku di 28’ê Gulanê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dengê xwe bidin.
Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên tûra 2’yemîn dengdana li derveyî welat 5 rojan dewam kir û doh bi dawî bû.
Li Brîtanyayê ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Tifaqa Cûmhûr a Erdogan têk çû, rêjeya dengan li gorî hilbijartinên berê ji sedî 4 zêde bû.
Li welatê ku bi giştî 127 hezar û 281 hilbijêrên qeydkirî hene 68 hezar û 119 kes çûn ser sindoqan û rêjeya dengan jî bû ji sedî 53,51.
Di hilbijartinên berê de 64 hezar û 52 kes çûbûn ser sindoqan û ev rêje ji sedî 50 mabû.
Ji hilbijêrên brîtanyayê ji bo 28’ê Gulanê bang
Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê xebateke xurt meşand û bi hezaran hilbijêr anîn ser sindoqan.
Koordînasyona ku bi çavdêr û muşahîdên li ser sindoqan deng parastin got, “Gel tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hilweşand.”
“Di 28’ê Gulanê de li dijî faşîzma AKP-MHP‘ê dengê xwe bidin”
Xebatkarên Tifaqa Ked û Azadiyê, têkildarê xebatên hilbijartinê axivîn û banga dengdanê kir.
Ji Navenda Civaka Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal diyar kir ku, gel bi hêvî û îradeyeke mezin çû ser sindoqan û got,
“Rejîma heyî tiştekî ku pêşkêşî vî gelî bike nemaye.
Ger em cudakariyê di navbera gelan de naxwazin, wê demê divê em biçin ser sindoqan. ”
Ji Tifaqa Ked û Azadiyê Ozge Şenyurt jî da xuyakirin ku di hilbijartinên tûra 2’yemîn de coş û kelecaneke mezin dîtine
Dîdem Ertan a 5 rojan li ser sindoqan cih girt jî wiha axivî:
Hevkariya me jî heyecaneke mezin li kesên ku deng dane zêde kir.
Em maf û azadiya xwe diparêzin.
Em bi hevgirtinê bi ser ketin, ez hêvî dikim ku ev hevgirtin li Tirkiyê jî berfirehtir bibe.”
Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê Feyzullah Cinpolat got:
“Bi taybetî jî tevlîbûna ciwanan a vê hilbijartinê ji bo me hêja bû.
Gelê li Brîtanyayê dîrok nivîsand û wê nivîsandina wê bidomîne.”
Ji Tifaqa Ked û Azadiyê Hazal Demîrel jî diyar kir bila dostên wan ên li Tirkiyê bi hêvî bin û ev bang kir:
Jixwe heta ku em hebin wê hêviyek hebe.
Ez bang li her kesî dikim ku di 28’ê Gulanê de dengê xwe bidin.