Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî li herêmê hatin lidarxistin

Kongra Star û Hîlala Zêrîn daxuyanî dan û tecrîda li dijî rêber APO şermezar kirin. Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî birûşûr hatin belavkirin.

Kongra Star û Hîlala Zêrîn a Helebê bi armanca şermezarkirian tecerîda li dijî rêber Abdullah Ocelan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev tecerîda li dijî rêber APO, derheqê mirovahiyê de sûceke.

Ji bo naskirina rewşa rêbertî divê peywendî bi CPT re xurtir bibe.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev tecerî li dijî zagonên navnetewî ne.

Dawiyê, soza têkoşîn û berxwedanê heya azadiya fîzîkî ya rêber APO de hate dayîn.

Li aliyekî din jî, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo azadiyê rêber APO biroşûr hatin belavkirin û banga tevlibûna meşa 28 mehê hate kirin.

Endamên saziyan bi def û zirnê li kolanan geriyan û govend gerandin.

Beşdarên çalakiyê jî teqez kirin dê azadiya fîzîkî ya rêber APO pêk bînin.

“Azadiya gelan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye”

Back to top button